Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Şamê bi Welîd Muelim re civiya
Di civînê de, Geir Pedersen û Welîd Muelim gotûbêj li ser pêvajoya pêşdebirina aştiyê û aktîvkirina proseya Cinêvê kirin.
Herwiha herdu aliyan bi hev re pirsa avakirina komîteya destûrî ji bo qonaxa dahatî ya Sûriyê jî gotbubêj kirin.
Geir Pedersen ji dema ku cihê Staffan de Mistura girtiye, ev cara dûyê ye ku serdana Şamê dike.
Pedersen 17ê Adara îsal jî çûbû Şamê û bi rayedarên hikûmeta Sûriyê re hevdîtin kiribû. Pedersen di wê serdana xwe de hêvî kiribû ku bikaribe ligel hikûmeta Sûriyê birarnameya 2254 a Encumena Asayişa Navdewletî bi praktîkî cîbicî bike.
Zêdetirî 8 salan e ku şer û alozî li Sûriyê dest pê kiriye û piştî dehan civîn û konferans û kongreyên herêmî û navdewletî, hêj krîza li wî welatî nehatiye çareserkirin.
Rudaw
