• Saturday, 14 February 2026
logo

Emerêka rijte li ser sizadan a Turkîyayê

Gulan Media April 15, 2019 Nûçe
Emerêka rijte li ser sizadan a Turkîyayê
Serokê Emerika, Tirump dibêje: Heke Tirkiye S-400 ji Rusya bikirre, bi rê yên abûrî dê bihê sizadan.

Emerika, berdewam li rexnegirtinê li Tirkiyê li ser kirrîn a S400 ji Rusya.

Rawêjkar ê Wezaret a Derve ya Emerîka Jon Sitlayds got: Serok Me wan Tirump, rijte li ser wê yekê ku eger Turkîya pêwendê yên xwe li gel Rusya berçav derbaz neke, Emerîka dorpêça abûrî dê dane ser Tirkiyayê.

Jon Sitlayds dazanîn: Tirkiye nekare dorpêç a abûrî rabike. Neçare xwe hewceyê IMF bike.

Rawêjkar ê Wezaretê got: Eger Tirkiye helwesta xwe negohêre, Tirump rijte ku Tirkiyê ji aliyê pîşesazî ve tengav bike û peyman a F-35 jî bidawî bihîne.

Jon Sitlayds got jî: Raste hinek perçe yên F-35 li tirkiyê tên çêkirin, lê heşta çi balefir ên F35 radestê Tirkiyê nehatênekirin û nabe hikûmet a Tirkiyê proje yên NATOyê, xerab bike.

K24
Top