• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî: Her hêzek hatiye deverê êrîşî ser Barzanê kiriye

Serok Barzanî: Her hêzek hatiye deverê êrîşî ser Barzanê kiriye

Di merasîma vekirina mûzexaneya nîştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Barzanê  merasîma vekirina mûzexaneya nîştimanî ya Barzaniyê Nemir hate vekirin û çend gotar jî hatin pêşkêşkirin.

Piştî Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê û Serokê tevgera hikmeya Îraqê, Serok Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî rixmî bixêr hatin kirina mêwanan spasiya wan jî kir û ragihand ku, îro rojeke gelek girîng û dîrokiye ku, bihevre kom bûne û di vê merasîmê de beşdarin.

Serok Barzanî ragihand ku, Barzan gundeke biçûke di warê erdnigarî de lê di warê şoreşên bo azadî gelek zengîne û tişta ku, li Barzanî serî hilda tevgereke azadîxwazî û însanî bû.

Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku, tevger û şoreşên Barzanî bo azadî, însan dostî û demokrasî bûne û pêşengên wan şoreşan jî kesên gelek zana, hişiyar û oldar bûne lewre gelek caran êrîşî ser wan hatiye kirin û Şêx Mihemed Barzanî ku, oldarekî zahêd û zana bûye ji aliyê Osmaniyan ve gelek caran rastî kêşeyan hatiye û şerê wî kirine.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê dike ku, Rêbaza Barzanê gelek mezin û zengîne ol û nîştiman ji hev cuda nake.

Serok Barzanî anî ziman ku, Mele Mistefa Barzanî perwerde kiriyê destê Şêx Ebdulselam Barzanî bûye, gelê Îraqê jî pêşwaziyeke gelek baş ji Barzanî kiriye û Barzaniyê Nemir bi awayeke hişmend Serkirdatiya şoreşa Îlonê kir û hertim digot şerê me ne şerê gelane belku, şerê me şerê dijî zordarî û zilmê ye.

Rêbaza Barzanî bû sedem daku, têkiliyeke bihêz di navbera kesatiyên olî û rewşenbîran de çê bibin û di şoreşa Îlonê de jiber siyasetên Barzaniyê nemir gelek welatiyên Ereb û Tirkiman jî dijî zordariya rejîmê beşdarê şoreşê bûne.

 

Top