Metiner: Ez Kurd im û Kurdistan heye
Mehmet Metiner beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû ku Hîwa Cemal pêşkêş dike û bersiv da pirsên li ser rojevê.
Metiner diyar kir ku encamên hilbijartinan ji bo AK Partiyê paşketin nîne û got: “Li holê paşketinek tine ye. Hevpeymaniya Cumhur di vê hilbijartinê de bi dengên ji sedî 52 bûye yekem, AK Partî jî di vê hilbijartinê de bihêz bûye.”
"Abdullah Gul rast nabêje"
Mehmet Metiner li ser pirsa gotinên Abdullah Gul ên derbarê hilbijartinan de got: “Birêz Abdullah Gul hedê xwe derbas dike, daxuyaniya derew dide. Li Tirkiyê îtiraz jî mafekî demokratîk e. Gul dibe ku ji aliyê xwe ve îdiaya wê yekê ku îtiraz demokrasiyê dixe bin gumanê bibêje, lê li gor me ev gotin berevajîkirin û derew e. Li ser her encamên hilbijartinan, partiyê siyasî mafê xwe yê îtirazê bi kar tînin. Gotinên Serokomarê berê ne rast in. Dema CHP îtiraz dike çawa guman nakeve demokrasiyê, dema AK Partî jî îtiraz bike guman nakeve demokrasiyê. Em li benda biryarên Desteya Hilbijartinan in.”
"Ne rast e şaredariyên ku HDPê bi dest xistine, bidin kesekî din"
Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê biryar daye, berbijêrên ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kar hatine derxistin, nikarin belgenameyê werbigrin, Metiner li ser vê mijarê diyar kir: “Li vir rewşek heye ku divê were rexnekirin. Lê eger di yasayan de kêmasiyek hebe divê demildest were sererastkirin. Ez jî di wê baweriyê de me, berbijêrên ku dikevin hilbijartinan, piştî ku werin hilbijartin, hilweşandina berbijêrbûna wan tiştekî ku mirov qebûl bike nîne. Lê mixabin yasayên me wisa dibêjin, heta ku ev yasa neyên guhertin, YSK nikare tiştekî bike.”
"Ez Kurd im"
Li ser pirsa gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku berî hilbijartinan digot "Li Tirkiyê cihekî bi navê Kurdistanê tine ye, Kurdistan li bakurê Iraqê ye", Mehmet Metiner diyar kir: “Ez ne ji eslê Kurd im, ez bi xwe Kurd im. Binêrin ez dibêjim Kurdistan. Hikûmeta Kurdistanê heye, em silav dikin. Barzanî birayê me ye, em silav dikin. Em pê re dost in, silav dikin. Pirsgirêk çi ye? Ma li Sûriyê herêma Kurdistanê tine ye? Li Sûriyê nasnameya Kurdan jî tinebû. Lê ez nikarin bersiva pirsyara ku hûn dixwazin bidim.”
Rudaw
