• Saturday, 14 February 2026
logo

Salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê

Gulan Media April 14, 2019 Nûçe
Salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê
Roja 12ê Adara 1986an ji aliyê rejîma Beesê bi serokatiya Sedam Husên ve li dijî Kurdan, qirkirina bi navê Enfal dest pê kir û di encama heşt qonaxan de zêdetirî 182 hezar Kurd bi awayekî komkujî hatin kuştin û hatin bêserûşûnkirin. Li Başûrê Kurdistanê her sal roja 14ê Nîsanê salvegera bîranîna Enfalê ye û ji bo bîranîna qurbaniyan merasîm têne lidarxistin.


Berevan Hemdî: Rûfatên 2 hezar û 672 Kurd hatine derxistin

Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ji qurbaniyên jenosayda Kurdan a bi destê desthilata Bees a Iraqê, heya niha termên 2 hezar û 672 kesan hatine derxistin ku ew rêje jî dike %1.2 a termên qurbaniyên jenosayda Kurdan.


Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, Berevan Hemdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji 210 hezar kesên qurbaniyên jenosayda Kurdan, ku di nav wan de 182 hezar kes hatine enfalkirin, tenê rûfatên 2 hezar û 672 kesan ji hejmareke gorên bikom hatine derxistin.”



Berevan Hemdî herwiha got: “Ji wan 210 hezar kesan, 182 hezar kes di 8 qonaxan de hatine enfalkirin, 8 hezar Barzanî û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê û bûyerên din hene. Piraniya gorên bikom ên qurbaniyên jenosaydê li sînorê parêzgehên Musena, Enbar û çend cîhên din ên Iraqê ne.”



Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan diyar jî kir ku hejmara rast a gorên komî li ber destê wan nîn e, lê li gorî zanyariyên wan 151 gorên komî yên Kurdan mane ku hîn nehatine vekirin.





Enfal bi 8 qonaxan hat kirin



12ê Adara 1986an destpê kir

Heta 7ê Hezîrana 1989an berdewam bû

Hejmara kesên hatine enfalkirin 182 hezar kes e

Zêdetirî 4500 gund û 30 bajarok girte ber xwe

Rûfatên 2672 kesan hatin derxistin

Rûfatên %98.5ê enfalkiriyan hatine derxistin

Herî zêde li parêzgehên Musena û Enbar gorên bi kom ên Kurdan hene

Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 14ê Nîsanê weke Roja Bîranîna Enfalê diyar kiriye



Gorên bikom ên ku hatine vekirin:


2004 Goreke bikom li sînorê Helebceyê hat vekirin û 30 rûfat têde bûn

2005 Goreke bikom li çolistana Buseye hat dîtin û 513 rûfat têde bûn

2008 Goreke bikom li sînorê parêzgeha Mûsilê hat dîtin û 256 rûfat têde bûn

2008 Li sînorê Xaneqîn goreke bikom hat dîtin û 33 rûfat têde bûn

2010 Li parêzgeha Duhokê goreke bikom hat dîtin û 30 rûfat têde bûn

2011 Goreke bikom li bajarê Dubiz hat dîtin û 106 rûfat têde bûn

2012 Li parêzgeha Dîwaniye 6 gorên bikom hatin dîtin û 730 rûfat têde bûn

2013 Goreke bikom li Çiyayê Hemrîn hat dîtin û 158 rûfat têde bûn

2014 Li sînorê parêzgeha Duhokê goreke bikom hat dîtin û 14 rûfat têde bûn

2019 Li parêzgeha Musenna goreke bikom hat dîtin û 200 rûfat têde bûn

Rudaw

Top