Salvegera Enfalê li Başûrê Kurdistanê
Berevan Hemdî: Rûfatên 2 hezar û 672 Kurd hatine derxistin
Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ji qurbaniyên jenosayda Kurdan a bi destê desthilata Bees a Iraqê, heya niha termên 2 hezar û 672 kesan hatine derxistin ku ew rêje jî dike %1.2 a termên qurbaniyên jenosayda Kurdan.
Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan, Berevan Hemdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji 210 hezar kesên qurbaniyên jenosayda Kurdan, ku di nav wan de 182 hezar kes hatine enfalkirin, tenê rûfatên 2 hezar û 672 kesan ji hejmareke gorên bikom hatine derxistin.”
Berevan Hemdî herwiha got: “Ji wan 210 hezar kesan, 182 hezar kes di 8 qonaxan de hatine enfalkirin, 8 hezar Barzanî û qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê û bûyerên din hene. Piraniya gorên bikom ên qurbaniyên jenosaydê li sînorê parêzgehên Musena, Enbar û çend cîhên din ên Iraqê ne.”
Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan diyar jî kir ku hejmara rast a gorên komî li ber destê wan nîn e, lê li gorî zanyariyên wan 151 gorên komî yên Kurdan mane ku hîn nehatine vekirin.
Enfal bi 8 qonaxan hat kirin
12ê Adara 1986an destpê kir
Heta 7ê Hezîrana 1989an berdewam bû
Hejmara kesên hatine enfalkirin 182 hezar kes e
Zêdetirî 4500 gund û 30 bajarok girte ber xwe
Rûfatên 2672 kesan hatin derxistin
Rûfatên %98.5ê enfalkiriyan hatine derxistin
Herî zêde li parêzgehên Musena û Enbar gorên bi kom ên Kurdan hene
Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 14ê Nîsanê weke Roja Bîranîna Enfalê diyar kiriye
Gorên bikom ên ku hatine vekirin:
2004 Goreke bikom li sînorê Helebceyê hat vekirin û 30 rûfat têde bûn
2005 Goreke bikom li çolistana Buseye hat dîtin û 513 rûfat têde bûn
2008 Goreke bikom li sînorê parêzgeha Mûsilê hat dîtin û 256 rûfat têde bûn
2008 Li sînorê Xaneqîn goreke bikom hat dîtin û 33 rûfat têde bûn
2010 Li parêzgeha Duhokê goreke bikom hat dîtin û 30 rûfat têde bûn
2011 Goreke bikom li bajarê Dubiz hat dîtin û 106 rûfat têde bûn
2012 Li parêzgeha Dîwaniye 6 gorên bikom hatin dîtin û 730 rûfat têde bûn
2013 Goreke bikom li Çiyayê Hemrîn hat dîtin û 158 rûfat têde bûn
2014 Li sînorê parêzgeha Duhokê goreke bikom hat dîtin û 14 rûfat têde bûn
2019 Li parêzgeha Musenna goreke bikom hat dîtin û 200 rûfat têde bûn
Rudaw
