• Saturday, 14 February 2026
logo

Rojava – Ji ber bilindbûna ava çemê Firat metirsî li ser gundan çêbûye

Gulan Media April 14, 2019 Nûçe
Rojava – Ji ber bilindbûna ava çemê Firat metirsî li ser gundan çêbûye
Ava çemê Firatê bilind bûye ji ber wê jî gelek gundên Rojavayê Kurdistanê ketine ber metirsiya avê.

Ji ber barana zêde berdana zêde ya avê ji aliyê Tirkiyê ve, ev asta ava çemê Firatê, ku li rojavayê bajarê Kobanî ye, zêde bûye. Ji ber bilindbûna asta avê, metirsî li ser gundên li qeraxa rojhilatê çemê Firatê çêbûye.

Ew gundên ku metirsî li ser çêbûye, ev in: Boraz, Qube, Cede, Til Ehmer, Qasimiye, Qumlix û navçeya Şêxler.

Niha rêkên sereke yên li nêzîkî çemê Firatê di bin avê de mane.

Tirkiye ev çend roj in gelek av berdide, ew jî li dijî rêkeftina navbera wî welatî û Sûriyê ye. Li gorî rêkeftinê, Tirkiye lazim e di her saniyê de tenê 500 hezar lîtreyan berde, lê ev çend roj in zêdetirî milyonek lîtreyan berdide.

Basnews
Top