Li Merdînê ev kesên cile polîsan li xwe kirî erebeya pareyên tacîren ji herêma Kurdistanê anîn şelandin hatin desteserkirin
Di encama operasyonan de 8 kes bi tawanbarîya şelandine hatin desteserkirin û li cihên hatîn desteserkirin jî hinek çek û kelu pelên van çekan hatin dîtin. 8 kesen tawanbar piştî lêkolînan hatin veguhastin dadgeha Merdînê û 3 ji wan hatin zîndankirin 5 kes jî bi merc hatin berdan. Hejayê gotinêye 31ê çileya paşî sala 2018an hinek kesên nasnameyên wan ne dîyar cile polîsan li xwe kiribûn u li ser rêya navdevletî ya ji Îraqê te nezî Merdînê erebeyeka pareyên tacîran tîne sekinandibûn û 2.5 milyon pareyên ji herême berev Dîlokê ve dihatin veguhastin bi zare ji kesê nûnere şerîkeyan standibûn. Piştî agahî hat dayîn hezên ewlehîyê jibo desteserkirina wan kesan operasyonê destpê kiribû.
Hat zanîn ev pare pareyên 15 şerîkeyên li herême kar dikin bû û nawande van li Dîlokê bûn.
Waar.tv
