• Thursday, 19 February 2026
logo

Li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê teqînek rûda

Li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê teqînek rûda

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê li Şingalê, teqînek li bajarokê Qeyrawanê yê Şingalê rûda û kesekî canê xwe ji dest da û du kesên din jî birîndar bûn.

Sedema teqînê ji ber paşmahiyên mayîn û teqemeniyên serdema DAIŞê ye.

Rewşa tendirustiya birîndaran metirsîdar e û bo nexweşxaneya Mûsilê hatine veguhestin.

Qezaya Şingalê yek ji wan cihan e ku terorîstên DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî wê navçeyê kir û hejmareke mezin ji xelkê deverê kuştin û hejmarek jî heta niha winda ne û kesûkarên wan niha li kampên parêzgeha Duhokê dijîn.

Ji ber hebûna çekdarên PKKê û Heşda Şeibî û nebûna asayîş û seqamgîrî û xizmetguzariya navçeyê, awareyên li kampan nikarin vegerin cih û warên xwe.

 

K24

Top