Rêveberek Iraqê: Sê serokatiyên Iraqê hewl didin mezinên xwe yên Îranê razî bikin
Îro 13.04.2019ê serokê Partiya Umme ya Iraqê Mîsal Alusî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, biryara terorîst nasandina sipaha pasdarên Îranê dibe sedemê parastina serweriya Iraqê.
Mîsal Alusî ragehand, helwêstê sê serokatiyên Iraqê li hember biryara îdareya Trump di asta pêwîst de nebû û ji berpirsyartiya niştimanî rev heye.
Serokê Partiya Umme ya Iraqê, dibêje lewaziya helwêsta serokatiyên Iraqê ya razîkirina mezên xwe yên li Tehranê û başûrê lûbnanê, amajeyeke bo serokkomarê Îranê û milêsên Hizbullah a Lûbnanê.
Mîsal Alusî dibêje, pêwîste sê serokatiyên Iraqê dûr bikevin ji dûvikbûna Sipaha Pasdaran û rêveberên wê, ku destê wan bi xwîna hemwelatiyên bê guneh ên Iraqê sor e.
Basnews
