• Saturday, 14 February 2026
logo

Şandeyekî wezareta Ewqafê serdana Amerîkayê kir

Gulan Media April 13, 2019 Nûçe
Şandeyekî wezareta Ewqafê serdana Amerîkayê kir
Şandeyekî wezareta Ewqaf û karûbarên olî ya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kir.

Li gor daxuyaniya wezareta Ewqaf, şande bi serokatiya wezîrê Ewqaf ê bi wekalet Piştîvan Sadiq ve li Amerîka li gel hejmarek senator û endamên kongreya Amerîkayê civiya ye.

Daxuyaniyê de hat gotin, şandeyê de ku rêveberê giştî yê karûbarên mesîhiyan Xalîd Cemal jî cîh digre, bi vexwandina fermî ve serdana Amerîkayê kirine.

Mijara serekî ya civînên şandeya wezareta Ewqaf û berpirsên Amerîkî, rewşa pêkvajiyana olî û netewî ya li Kurdistanê bûye, ku berevajî hemû welatên navçeyê li Kurdistanê hemû ol û kêmîne dikarin bi aştiyane li gel yek jiyan bikin û beşdariyê di xweşî û nexweşiyên yek de bikin.

Daxuyaniyê de hat gotin, berpirsên Amerîkî pesnê rola herêma Kurdistanê ya di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de û pêkvejiyana olî de dane.

Basnews
Top