• Thursday, 19 February 2026
logo

Iraq: 10 kes ji ber taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Iraq: 10 kes ji ber taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, 10 kesan bi taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand, îsal 67 kes bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketine û ji wan 10 kesan canê xwe jidest dane.

Li gorî parêzgehên Iraqê, hejmara tûşbûn û mirina bi taya xwînberbûnê Zîqar di rêza yekem de ye û piştî wê jî Besra, Musenna û Necef tên.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û % 40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Ji bo dermankirina vê nexweşiyê, divê testên xwînê bêne kirin û nexweş ji nexweşên din were veqetandin, ji ber ku dibe ku nexweşî bi riya pelandin, xwîn û pîsatiyê derbasî kesên din bibe.

 

Top