• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Elî Ewnî kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Elî Ewnî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê sersaxî ji malbata endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Liqê Yekem ê Partiya Demokra ta Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî re xwast, ji ber koça dawî ya bavê wî, Pêşmergeyê navdar Ewnî Ni'met.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe pê gihand û hêvî xwast ku Xwedêyê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê jî bide malbata wî.

Li hemberê jî, Elî Ewnî spasî û pêzanîna xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîşan da.

 

Basnews

Top