Bakûr – Li devera Elbakê ya Wanê 6 term hatin dîtin
Waliyê bajarê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ragihand, duh derdora saet 14:00 li devera Elbakê û li nêzîkî sînorê Îranê 6 term hatin dîtin ku hemû jî zilam in.
Bîlmez her wiha diyar kir, ew term ji bin berfê derketine. Wisa xuya dike dema ji sînorê Îranê derbasî aliyê Tirkiyê bûne ji ber berf û sermayê can dane.
Waliyê Wanê anî ziman ku hîn nasnameya wan kesên ku termê wan hatine dîtin, nehatiye zanîn. Lê temenê wan di navbera 20-25 salan de bûye.
Hat gotin ku tevahiya wan terman bo morga nexweşxaneya bajarokê Elbakê hatine veguhestin.
Basnews
