Fermandarê Îranê: Amerîkayê ewlehiya hêzên xwe xist metirsiyê
Li gor zanyariyên çapemeniya fermi ya Îranê fermandarê hêzên bejayî yê artêşa Îranê Keyûmers Heyderî piştî nimêja roja Înê ya li Tehranê, rexneyên tund li biryara Amerîkayê ya sipaha pasdaran xistiye lîsteya terorê kirin û got: ‘’Eger rêber rê bide sipaha pasdaran dê Tel-Avîvê bi erdê ve bike yek û wêran bike.’’
Fermandarê Îranê, hewldanên Amerîkayê wek li xwe danê pênase kir û got, ew kare tê wateya ketina metirsiyê ya hêzên wan ên leşkerî, ku li cîhên cuda cuda yên cîhanê ne. bi taybet navenda fermandariya artêşa Amerîkayê li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Afrîqa û Asya ya Naverast (CENTCOM), ji ber wê jî asayîşa wan ji aliyê Îranê ve bi awayek berdewam ketiye metirsiyê.
Basnews
