• Saturday, 14 February 2026
logo

Temelli: Siyaseta desthilata Tirkiyê ya li dijî me neguheriye

Gulan Media April 13, 2019 Nûçe
Temelli: Siyaseta desthilata Tirkiyê ya li dijî me neguheriye
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ragihand ku 13 roj bi ser hilbijartinên şaredariyan re derbas bûne, lê heya niha jî hikûmeta Tirkiyê li ser siyaseta xwe ya berê berdewam e ku dixwaze îradeya xelkê binpê bike.



Sezai Temelli li Enqerê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ku beriya hilbijartinan hikûmeta Tirkiyê çawa nêzîkî HDPê dibû, niha jî li ser heman rêbazê ye.



Temelli destnîşan kir ku niha rewşa li Tirkiyê di warê aborî, siyasî û leşkerî de aloztir dibe û çarenivîsa Tirkiyê, ne zelal e.



Hevserokê Giştî yê HDPê got: “13 roj bi ser hilbijartinên şaredariyan re derbas bûn, lê em dibînin ku desthilata Tirkiyê li ser rêbaza xwe ya berê berdewam e. Ew dê hewl bidin ku vî welatî wisa bikin ku ti kesekî nekaribe ji nav derbikeve. Ew ê hewl bidin ku vî welatî ji kendalan bavêjin xwarê. Di warê aborî, siyasî û leşkerî de wisa kirine ku ne tenê alozî kûrtir kirine, di heman demê de civakê jî parçe dikin û berdidin hev.”



Sezai Temelli herwiha got: “Ev 13 roj bi ser hilbijartinan re derbas bûn, lê hê jî parlemento nehatiye vekirin, ji ber ku ji kursiya parlementoyê ditirsin. Ji siyaset û parlementoyê direvin. Dibêjin ku karê me heye, lewma parlemento nayê vekirin. Çi karê we heye? Di rastiyê de hûn mijûl in, bi desteserkirina îradeya xelkê re mijûl in. Di 31ê Adarê de xelkê îradeya xwe nîşan daye, hûn jî ka çi pêwîst be wê yekê bikin.”



Rudaw
Top