• Thursday, 19 February 2026
logo

PKK, endamên xwe dibe Silêmaniyê û xwepêşandan bi wan dide kirin

PKK, endamên xwe dibe Silêmaniyê û xwepêşandan bi wan dide kirin

PKK temamê endam û alîgirên xwe yên li sînorên Germiyan, Helebce û Ranya agahdar kiriye ku îro 08.05.2023yê xwe bigehînin Silêmaniyê û beşdarî xwepêşandanê bikin ku dê dijî Tirkiyê bê birêvebirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ji naha ve li çend cîhekî şeqama Mewlewî û Seholeke ya Silêmaniyê amadekarî hatine kirin ku demjimêr 16:00ê alîgirên PKKê di ji wan şeqaman ve biçin bo Parka Azadî û ji bo wê gelek al û wêneyên cuda cuda yên PKKê hatine amade kirin.

Vê derbarê de endamê encûmena parêzeha Silêmaniyê Ziyad Kake Reza ji BasNewsê re ragehand: ‘’Eger çalakiyên waha hebe, divê molet ji saziyên ewlehiyê bê wergirtin û rezamendiya wan li ser hebe, ji ber naha li gor yasayê kombûn û xwepêşandan divê moleta wan a pêşwext hebe.’’

Ji aliyê din ve endama Civata Giştî ya Tevgera Gorran Dilşad Reşîd Mela jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin daxwazekî wisa heye ku şerekî ne beramber ji derve ve bixin nav Silêmaniyê û vî bajarê bikin qurbaniya milmilanên siyasî û herî dawî jî xelkê bajar dê ziyanê bibîne.’’

Herwaha got: ‘’Eger PKK rast dibêje bila dijatiyê biçe li Stenbolê bike û wê kombûnê li wê deverê rêkbixe, çima Silêmanî dike qurban?’’

 

Basnews

Top