• Saturday, 14 February 2026
logo

Şaredara Parîsê serdana Hewlêrê kir

Gulan Media April 12, 2019 Nûçe
Şaredara Parîsê serdana Hewlêrê kir
Seroka Şaredariya paytexta Fransayê Parîsê Anne Hidalgo‏ bi seredanekê gihişte Hewlêrê.

Anne Hidalgo‏ ji medyayê re gotiye Parîs alîkariya Herêma Kurdistanê di pirsa alîkarî û vehewandina awareyan de dike. Herwiha Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Kurdistan 24 re got, rêkeftinek di navbera Parîs û Hewlêrê de tê encamdan, Parîs di pirsên veguhestin, gehandin, paqijkirin û avedankirina Hewlêrê alîkar be.

Hidalgo digel şanda bi wê re, seredana Parêzgeha Hewlêrê kiriye û ja aliyê Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ve hatiyê pêşwazîkirin. Herweha di navbera Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û Şaredara Parîse Anne Hidalgo de civînek pêk hatiye.

Şaredarê Parîsê Anne Hidalgo wekedostek nêzîk a xelkê Kurdistanê dihête naskirin.Tê çaverêkirin Anne Hidalgo ligel berpirsên din ê Herêma Kurdistanê jî bicive.

Basnews
Top