• Saturday, 14 February 2026
logo

Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê

Gulan Media April 12, 2019 Nûçe
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
Kurd li Bakurê Kurdistanê bûne rizgarkerê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), weke çawa Partiya Demokrat a Gelan (HDP) li bajarên mezin ên weke Stenbol, Enqere û Îzmîrê, bû rizgarkerê Partiya Komarî ya Gel (CHP).



AK Partî bi dengê Kurdan 31 şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi dest xistin. CHP jî bi piştgiriya HDPê û li ser bingeha dijminê dijminê min dostê min e, karî şaredariya paytext û bajarekî mezin ê weke Stenbolê ji destê partiya desthilatdar derxîne.



Du roj berî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê, em bi hevkarên xwe re ji bo rûmala hilbijartinan çûn Amedê û heta du roj piştî hilbijartinan man. Di wan çar rojan de ew tablo li ber çavên min bi temamî zelal bû ku çima dengên HDPê li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê kêm bûn û Kurdan çima dengê xwe dan AK Partiyê.



Gelek kesên diltijî hebûn, lê piraniya wan ji ber du tiştan nedixwestin ji medyayê re biaxivin. Beşek ji wan digotin ji tirsa xortên HDPê nawêrin tiştekî bibêjin, beşek ji wan jî dibe ku karmend û fermanber bûn û ji tirsa nanbirîna ji aliyê AK Partiyê ve, bêdengbûn ji wan re baştir dihat.



Kurdên Bakurê Kurdistanê heta niha jî baca xendeqên li bajaran didin ku PKK bi rêya wan rêxistinên bi navê xortên sivîl û navên din li bajaran vekiribûn, di sala 2016an de şer bire nav bajarên Bakurê Kurdistanê. Li gor xelkê wan bajaran, ew şer ji bilî malwêranî destekeftinekê ji bo wan neanî. Lewma dengderên Kurd, bi taybetî kesên ku di wê baweriyê de ne ku PKK û HDP du rûyên yek dirav in, di hilbijartinên 31ê Adarê de ceza dan HDPê, bi awayekî ku HDP şaredariyên weke Şirnex û Roboskî ji dest dan, ku li wan herdu cihan kêm mal hene ku şehîdekî wan ê PKKê tinebe.



HDPê çaverêya kêmbûna dengên xwe dikir, bi taybetî piştî ku di berjewendiya CHPê de li çend bajar û bajarokan berbijêr destnîşan nekirin, lê li bendê nebû ku AK Partî 31 şaredariyên Bakurê Kurdistanê jê bistîne.



Tiştê ku beşeke Kurdên Bakurê Kurdistanê ji HDPê nîgeran kiriye ew e ku HDPê xwe weke partiya hemû Tirkiyê nîşan daye, neku partiyeke Kurdên Bakur. Gelek kes di wê baweriyê de ne ku HDP bi qasî ku giringî dide Tirkan û wan li parlemento û serkirdetiya partiyê tîne pêş, ewqas giringî nade Kurdan.



Li bajarekî weke Şirnexê ku tenê çend kîlometre ji Zaxoyê dûr e û dibe ku bi sedan kes hebin zimanê Tirkî jî nizanin, di bangeşeya hilbijartinên şaredariyan ên vê carê de Hevserokê Giştî yê HDPê Sezai Temelli ku bi eslê xwe Tirk e, li wir bi zimanê Tirkî gotara xwe pêşkêş dikir. Di hilbijartinên Tîrmeha 2018an a Parlementoya Tirkiyê de heman li wî bajarî bi dengên Kurdan gihişte parlementoyê, lê vê carê bi wan dengan berbijêrê AK Partiyê di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ket.



Şeva ku encamên hilbijartinan dihat eşkerekirin, ez li Amedê li baregeha sereke ya HDPê bûm. Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Parlementera HDPê Feleknas Uca û hejmarek berpirsên mezin ên HDPê jî li hola mezin li benda encaman bûn, ew her çiqas ji kêmbûna dengên xwe li Bakurê Kurdistanê nîgeran bûn jî, piranî çavên wan li ser encamên dengên Enqere û Stenbolê bûn.



Min ji Pervîn Buldan pirsî "Gelo encam bi dilê we ye?", bersiva Buldan wiha bû: “Encamên dengan li bajarên Kurdistanê bi dilê me nîne, lê siyaseta me ku têkbirina Erdogan û AK Partiyê bû li Stenbol, Enqere û Îzmîrê, bi ser ket.”



Di hilbijartinên 2014an de HDP 10 bajar, ku 3 ji wan bajarên mezin bûn, û 93 navçe bi dest xistibûn, lê di van hilbijartinan de 8 bajar ku 3 ji wan bajarên mezin in, û 60 navçe bi dest xistin.



Serkeftina AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê, bi rêjeyeke kêm ji ber wan xizmetan e ku bi rêya qeyûman hatin pêşkêşkirin, piraniya wê jî bi nîgeraniyên Kurdan ên ji HDPê ve peywendîdar e. Lewma divê siyaseta HDPê ji bo Bakurê Kurdistanê ciyawaz be ji wê siyaseta wê ya ku ji bo Tirkiyê heye. Ji bo xelkê derfetên kar, aramî û avakirin giring e, her çiqas hinek kes hene ku bi meraqan çaverêya nûçeya şerê PKK û artêşa Tirkiyê dikin.



Di vê hilbijartinê de derket ku dengê Kurdan kevirê mîhengê ye, lewma eger HDP, weke Kurd dibêjin, xwe ji ber çavan derbas neke, tê çaverêkirin ku di hilbijartinên bê de dengên wê kêmtir jî bibin. Ev jî bi cudakirina mala xwe dibe li gel PKKê, hewldana destpêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê. Guhertina siyaseta kar li Bakurê Kurdistanê. Hilbijartinên şaredariyan ji bo Erdogan jî dersek bû, ku eger tu li Kurdan bi zordarî û danîna qeyûman û têkbirina bajaran ceza bidî, Kurd dê li ser sindoqan ceza bidin te, weke ku li Stenbol û Enqere û Îzmîrê kirin.

Rudaw
Top