Fransayê 24ê Nîsanê weke Roja Komkujiya Ermeniyan qebûl kir
Dewleta Fransayê 24ê Nisanê ku wek Roja Jenosîda Ermenan ragihand, bi şêwazek fermî ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hate morkirin.
Ev Biryara Dewleta Fransa, di rojnameya fermî ya Fransayê de jî, hat weşandin. Wezirê derve yê Tirkiyê Mevlud Cavuşoglu bi daxûyanîyekê, nerazîbûn nîşan da. Çavuşoglu got: Serokomarê Fransa bi Biryarnameya 24ê Nisanê, biryarên Dadgeha Ewropa binpê dike. Bila Fransa baca tevkujiya Ruanda bide, ku hîn nîv sed sal bi ser re, neboriye. Tevkujîya Ermenan, di 24 Nisanê 1915 an de, ji aliyê desthilata Osmaniyan ve hatibû kirin û Ermenî vê rojê wek roja jenosidê, dipejirînin.
Basnews
