Kerkûk- Pêşmergeyek hate revandin
Li taxa Kurdistanê ya Kerkûkê Pêşmergeyek ji aliyê hêzeke leşkerî ve hat revandin.
Li gor zanyariyên BasNewsê, derengiya şeva borî 06.5.2023ê, li taxa Kurdistanê ya Kerkûkê, hêzeke leşkerî bi ser mala pêşmergeyekî de girt û bo cihekî nediyar revandin.
Heta niha çarenivîsa Pêşmerge ne diyar e û kes nizane ji bo ku derê hatiye revandin û hêzên ku ew revandine kî ne.
BasNewsê bo zanyariyên zêdetir pêwendî bi lîwa Mazen Xerîb rêveberê polîsê hawarhatinê yê Kerkûkê ve kir, lê peyvendiyên wî bi dest neketin.
Basnews
