• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em çanda bihevre jiyanê bihêztir dikin

Mesrûr Barzanî: Em çanda bihevre jiyanê bihêztir dikin

Li gel Patirîckê kenîseya Keldanî Katolîkî peyviye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Patirîckê kenîseya Keldanî Katolîkî bi rêya telefûnê bihev re peyvîn û pişt re jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro di peywendiyeke telefûnî de li gel Patirîckê kenîseya Keldanî Katokîkî li Îraq û cîhan birêz Patriarch Cardinal Louis Sacco de me behsa rewşa mesîhiyan li Îraq û herêma Kurdistanê kir.

Me piştîvaniya hikûmeta herêma Kurdistanê bo mafên tevahiya pêkhateyan û bi taybetî mesîhiyên li Îraq û herêma Kurdistanê û baştir kirina rewşa mesîhiyên deşta Nînovayê diyar kir û tekez li ser girîngiya pere pêdan û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane di navbera tevahiya pêkhateyên cuda cuda de kir.

Birêz Patriarch Cardinal Louis Sacco spasî û rêzdariya xwe bo piştîvaniyên berdewam yên herêma Kurdistanê bo mesîhiyan diyar kir.

Top