• Thursday, 19 February 2026
logo

Aydin Merûf: Kursiyên pêkhateyan ne sedema paşxistina hilbijartinan e

Aydin Merûf: Kursiyên pêkhateyan ne sedema paşxistina hilbijartinan e

Wezîrê Karûbarên Civakî yê Herêma Kurdistanê Aydin Merûf îro yekşemê got, Herêma Kurdistanê hertim çavkaniya aştiyê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim çavdêriya mafên wan kiriye.

Di kongreyeke rojnemevaniyê de Aydin Merûf got:  “Herêma Kurdistanê sembola aştî û pêkve jiyanê bûye, her çendî divê her kes rewşa pêkhateyan li ber çavan bigre, lê divê mafên wan bên dabînkirin. Li aliyê din em bi israr in ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin, eger di mijara hilbijartinan de pirsgirêkên aliyên siyasî hebin, nikare di nava pêkhateyan de were dabeşkirin.”

Herwiha Aydin Merûf: “Em di encama hevdîtinên bi hemû civakan re di mafên xwe de israr dikin. Em ê wek niha û baştir beşdarî proseya siyasî ya Kurdistanê bibin. Lê belê em alîgirê yek dorhêlê ne û mafê pêkhateyan neyê astengkirin, her wiha mafên me bi yasaya 5an a sala 2015an hatiye garantîkirin. Em ne alîgirê dabeşkirina kursiyên pêkhateyan li gorî herêman in, ji ber ku dê bandoreke neyînî li ser pêkhateyan hebe.’’

Aydin Merûf da zanîn ku pêkhate dibêjin 11 kursiyên dawî kêm in û divê kursiyên wan bên zêdekirin. Em li gel wê yeke ne kursiyê dawîn li ser civaka êzdî bên zêdekirin.’’

 

Basnews

Top