• Saturday, 14 February 2026
logo

Piştevanîya çelekîyên greva birçibûnê roj bi roj zêdedibin

Gulan Media April 12, 2019 Nûçe
Piştevanîya çelekîyên greva birçibûnê roj bi roj zêdedibin
Piştevanîya çelekîyên greva birçibûnê roj bi roj zêdedibin.

Di vê çerçoveyê de li Baro ya Amedê 42 dayikên Aşitî yê û dayikên çalekvanên greva birçibûnê ji bo 3 rojan ketin greva birçibûnê.

Dayika Aşitîyê armanca vê çalekîya wan ji waarê re anî ziman. “Em tabuta naxwazin, em naxwazin cenazeyê zarokên meser mede werin. Me zarokên xwe na anîne ji bo mirinê. Me zarokên xwe ji bo jiyaneke bi rumet, welateke azad anine, bese bese bese.”

Herwiha ji bo ku piştgiriyê bidin dayikên aşitîyê parlementer, endam û aligirên HDPê seredana wan kir.

Li vê derê Parlementerê HDPê Musa Farisoglu axaftineke kir û got: “Em va sekna dayikên me yên heja em slav dikin, em bejna xwe li ber dayikên xwe li ber hemu çelekvanên greva birçibunê tewinîn. yên ku canê xwe feda kirine em hurmet bi birtinîn.”

Ji aliyê din ve 289 saziyên sivil ji bo ku deng bidin van çalekîya biryara rojekê nobeta “Deng bide jiyanê, tecridê rake” dan. Di vê çerçoveyê de li hemu şaxên Komeleya Mafê Mirovan (İHD) ev nobet destpêkir.

Li Amedê ji li gel endamên İHDê hevşaredarê Bajarê mezin yê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli jî cihgirt. Endamê İHDê Racî Bilicî ji waarê re behsa çerçovêya vê nobetê kir. “Biryareke ji aliyê MYK a hat stendin ku 11 yê mehê de hemu saziyên me yên Tirkiye rojekê tê kevin nobetê. Ji bo ku kes jiyana xwe jidest nede û ev tecrit were rakirin.”

Herwiha li Mersînê jî daxuyanî jibo piştgirîya ve çalekîye ji alîye sazîyen sivîl ve hat parvekirin. Hêjayê gotinê ye ku Hevseroka KCDê Leyal Guven eve 155 roje ji bo tecrita li ser reberê PKKê Abdullah Ocalan destbi greva birçibunê kirî û di girtigeha de bi hezaran girti jî ji bo piştevanîya wê dest bi gervê kirine.

Waar.tv
Top