• Saturday, 14 February 2026
logo

Şanda PDK û Tirkmenelîyê bo asayîkirina Kerkûkê li hev kirin

Gulan Media April 12, 2019 Nûçe
Şanda PDK û Tirkmenelîyê bo asayîkirina Kerkûkê li hev kirin
Herdû şandê PDK û Partiya Tirkmenelî li ser başkirina rewşa Kerkûkê li hev kirin. Herwiha aşkere jî kirin encûmena parêzgehê biryarê li ser parêzgar dide.

Îro pênşemê 11. 04. 2019an Serokê Serkirdayetiya PDKê li Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî ji BasNewsê ra aşkere kir şanda PDKê ligel şandeke Tirkmenelî ku serokatiya wê Riyaz Sarî Kahya civîyane. Herwiha di encama civînê da li ser çend xalan rêkeftine ku hikûmeta Iraqê kar bo asayîkirina rewşa Kerkûkê bike.

Dr. Kemal Kerkûkî aşkere jî kiriye herdu aliyan derbarê rewşa eemnî, siyasî, xizmetguzarîya bajarê Kerkûkê giftugokirine û li ser çand xalan rêkeftine ew jî aramkirin û asayîkirina rewşa Kerkûkê ye. Kerkûkî amaje bi wê yekê jî kiriye û daye zanîn ku herdu aliyan li ser wê yekê hem helwêst bûne ku Kerkûk bajarê aştî û pêkvejiyanê ye û herdu aliyan lihevkirine ku daxwazê ji Bexdayê bikin roj beriya rojekê proseya asayîkirina Kerkûkê bide destpêkirin.

Herwiha herdu aliyan li ser wê yekê jî lihevkirine ku beriya hilbijardinan hemû alî lihev bikin bo hilbijardine durist pêk were û encûmena parêzgeh parêzger diyar bike.

Top