• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hatayê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû

Li Hatayê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû

Li navçeya Kirikhanê ya ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê 7.88 kîlometre bin erdê bûye.

Rêveberiya Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) îro Yekşemê 7ê Gulana 2023an ragihand ku li navçeya Kirikhanê ya ser bi parêzgeha Hatayê di demjimêr 11:36an de bi hêza 4.7 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7.88 kîlometre bin erdê bûye.

Li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in.

Li gor amarên AFADê yên roja Şemiyê 6ê Gulanê piştî erdhejên 6ê Sibatê di nav sê mehan de 33 hezar û 77 erdhejên paşekî çêbûne.

 

Rudaw

Top