• Saturday, 14 February 2026
logo

Rûhanî: Emerîka xwe hevrûşî belyeke mezin dê bike

Gulan Media April 11, 2019 Nûçe
Rûhanî: Emerîka xwe hevrûşî belyeke mezin dê bike
Hesen Rûhanî, serok komar ê Îranê, biryar a Emerîkayê bo nasanidn a Supa yê Pasdaran wek terorîst wek pirûpaginde nav dibe. Rûhanî di kombûn a kabîne ya hikumet a xwe de li Tehranê, hoşdarîyê dide Emerîkayê heke ji bilê axivtinê yek pêngav a karînî bihavêje, xwe dê hevrûşî beleyek a mezin bike.

Hesen Rûhanî got: Ew a Emerîka di vî warî de encam dide pirûpagindeye û pêngav û karek ê sîyasîye û ji evê yekê zêdetir ti nîye. Emerîka di dem a 40 sal ên burî de bi hemû şaîyan ên xwe ve dijî Me bûye û niha jî dijî Me ye û neha bê şerimtir ji berê dije. Heke Emerîka ji bilî axivtinan bi kirdar yek pêngavê bihavêje, Ew bi xwe baş dizanin hevrşî çi belayekê dê bibin. Ew bi xwe jî baş dizanin. Herçende ew bi nezanane jî reftarê bikin, lê Ez bawer nakim bi kirdar û karînî bişên pêngavan bihavêjin.

K24
Top