Li Sudanê hemwelatiyan dest bi pîroz kirina ji kar dûr ketina Omer Beşîr kir
Îro 11.04.2019ê artêşa Sudanê kudeta pêkanî û ji kar dûrxistina serokkomarê Sudanê Omer Hesen Beşîr ragehand.
Omer Beşîr sala 1989ê bi kudetayekî leşkerî ve hat ser desthilatiyê û bi awayekî dîktatorî welat birêve bir.
Bi kudetaya îro ya leşkerî ve hat ragehandin ku Omer Hesen Beşîr ji kar hatiye dûrxistin û di binçav de ye. hemwelatiyên Sudanê jî derketin kolan û şeqaman û dirûşim davêjin û dibêjin ‘’Ket..Ket…Ket’’ wek amajeyek ji kar dûrxistina dîktatorê Sudanê pîrozbahî dan destpê kirin.
Basnews
