• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Komara Demokratîk a Kongoyê lehî rabûn: 176 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê lehî rabûn: 176 kes mirin

 Li başûrê Eyaleta Kîvu ya Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber sedema baranên zêde, lehî rabûn û 176 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li başûrê eyaleta Kîvu ya Komara Demokratîk a Kongoyê, barîna baranê ya zêde bû sedema lehiyan.

Ji ber rabûna rêjeya avê, çemekî ji sere avêt û gundên bi navê Bushushu û Nyamukubî ziyanên zêde dîtin.

Parêzgarê Kîvu ya başûr Theo Ngwabîdje Kasî ragehand, di karesata lehiyê de 176 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di lehiya ku gelek kes tê de winda bûye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

 

Basnews

Top