Berpirsekî PDKê: Hewla razî kirina Gorran tê dayîn
YNK, rijde li ser zêde kirina payeya cîgirê duyem ê serokê herêma Kurdistanê ya ji bo karûbarên Pêşmerge û Tevgera Gorran jî wê daxwazê red dike. Ji ber wê jî careke din sererast kirina yasaya serokatiya herêma Kurdistanê ku mifteya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye, zêdetir paşdixe.
Berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 11.04.2019ê di civîna polîtburoya PDKê de biryar hatiye dayîn ku peyvendî li gel Gorran bê çêkirin û hewl dê bê dayîn ku Gorran bê razî kirin ku du cîgirên serokê herêma Kurdistanê hebin.’’
Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku PDK baş dibîne ku Gorran jî daxwaza zêde kirina cîgirekî din ê serokê herêmê razî bibe û ‘’Îro û pê ve dê gel wan jî ew guftûgo bê kirin.’’
Bilind Îsmaîl aşkera kir ku heta destpêka heftiya bê, encamên guftûgoyan dê diyar bin û ‘’Li gor min sêşema bê parlamentoya Kurdistanê jî civîna xwe pêkbîne.’’
Basnews
