• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê civiyan

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civiyan û pêşketinên proseya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Roja Pêncşemê 4ê Gulana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê civînek encam dan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa siyasî û aborî ya welat û girîngiya yekxistina hewldanên hêzên siyasî ji bo piştgiriya Hikûmeta Federal û cîbicîkirina karnameya wê, hatin axaftin.

Herwiha li ser karên pêşîn ên hikûmetê di dabînkirina pêwîstî û daxwazên welatiyan û xizmetguzariyan de ku dibe sedema seqamgîrî û geşbûna giştî ya welat, gotûbêj hat kirin.

Di civînê de pêşketinên proseya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine axaftin, ku çareseriyeke bingehîn be û piştevanê karê hevbeş be, li gir destûrê û ji bo berjewendiya hemû pêkhateyên welat.

 

K24

Top