Artêşa Tirk, gelek hêz şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê û Efrînê
Gelek hêzên komando û otombêlên zirîpoş ku ji deverên cuda yên Tirkiyê hatibûn şandin gihîştin navçeya Kirikxan a Hatayê.
Ligor agahiyan karwana leşkerî, ku herî kêm ji 100 otombêlên zirîpoş û sedan hêzên komandoyê pêk dihat ber bi Efrînê bi rê ket.
Du heftiyan zêdetir e, Tirkiye bênavber zêdetir hêz dişîn e ser sînorê Sûriyê û Efrînê û deverên din, ku dagîr kirin e.
