• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan: Me nehişt korîdora terorê were avakirin

Gulan Media April 10, 2019 Nûçe
Erdogan: Me nehişt korîdora terorê were avakirin
Serokomarê Tirkiyê dibêje, bi operasyon û hewldanên xwe nehîştine li ser sînorê korîdora terorê were dirustkirin û eger senaryoyên weha berdewam bikin, bi heman şêwazê dê bersiv bidin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, beşdarî merasîma sala 174emîn a damezrandina Polîsê bû û da xuyakirin, ew bawer nake endamên Cemaeta Gulen ji hemû dezgehên dewletê hatibin paqijkirin.

Erdogan balkişand ser rewşa Rojhelata Navîn û got, eger ewlekarî nebe, rêxistinên terorê serîhildidin û zilhêzên cîhanê jî bi navê şerê dijî terorê li deverê bicîh dibin û ewlekariyê nahêlin.

Da xuyakirin, xwestin Tirkiye lawaz bikin û li ser sînorê korîdora terorê dirust bikin, lê bi gavên wan hatine pûçkirin, eger heman senaryoyê berdewam bikin, di demeke pir nêzîk de, ewê peyamên girîng bidin, yên Tirkiye lawaz dibînin, ewê zû-dereng rastiyê bibînin.

K24


Top