• Saturday, 14 February 2026
logo

Duyemîn forma bazirganiyê ya Tirkiye – Hewlêrê dê pêkbê!

Gulan Media April 10, 2019 Nûçe
Duyemîn forma bazirganiyê ya Tirkiye – Hewlêrê dê pêkbê!
Li ser vexwandina konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê, 3 saziyên aborî û bazirganî yên Tirkiyê, dê li Hewlêrê beşdarî 2.mîn forma bazirganiyê bibin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiye û Iraqê (TISİAD)ê, li ser hewldan û vexwandina konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê Hakan Karaçay ve sê saziyên giring ên aborî û bazirganî û pîşesazî yên Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tirkiye û Iraqê (TISİAD), Konfederasyona Hewldana Tirk û Cîhana Kar (TURKKONFED) û Federasyona Pîşesaziya Çukurova û Cîhana Kar ve, rojên 20.04.2019 heta 23.04.2019ê dê ‘’Forma Duyemîn a Tirkiye – Iraqê ya Bazirganiyê’’ li Hewlêrê dê beşdarî bikin.

Daxuyaniyê de hate ragehandin ku dê wê forma aborî û bazirganî de bi giştî danasîna Hewlêrê û pêgeha wê ya stratejîk dê bê nirxandin û li gel serokwezîrê herêma Kurdistanê û wezîrên herêmê hevdîtinên giring pêkbên. Herwaha dê kompanya û şîrketên bazirganî û pîşesaziyê li gel wezîrên herêma Kurdistanê bikarin derfeta hevdîtinan pêkbînin û li gor wê jî bernameya kar a karsaziyê hatiye amade kirin.

Herwaha hat ragehandin yek ji şirîkên herî giring ên Tirkiyê di karê bazirganiyê de Iraq e û karsazên dixwazin beşdarî derfetên kar pêşbixin dê beşdarî vê serdanê bikin.

Dawiyê de jî daxuyaniyê de hat ragehandin ku rojên 20 – 23yê Nîsan a 2019ê li Hewlêrê karsazên ku dixwazin beşdarî wê serdanê bikin dikarin navê xwe tomar bikin. Herwaha li gor heman daxuyaniyê li Hewlêrê jî sazî û kesayetên ku beşdarî wê forma aborî û bazirganî jî bibin navên wan waha hatiye rêz kirin;

Serokê odeya Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê Dr.Dara Celîl El –Xeyat
Serokê odeya Bazirganî û Pîşesaziya Duhokê Eyad H. Ebdulhelîm
Serokê odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed
Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî Mewlûd
Serokê Yekitiya Mutehidên Herêma Kurdistanê Rizgar C. Kerîm
Serokê Yekitiya Karsazên Iraqê yê Hewlêrê Şiwan A. Cewher
Serokê Şaredariya Hewlêrê Saman Mihemed Bilbas
Serokê Weberhênerên Kurdistanê Ehmed Rêkanî
Serokê Yekitiya hawirde û hinarde kirina Herêma Kurdistanê Geylan Hacî Seîd
Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê Sînan Çelebî (Pêştir wezîrê Bazirganiyê bû)
Wezîrê Bazirganî û Plandanînê Elî Sindî
Top