• Saturday, 14 February 2026
logo

Amêdiyê: Balefirên Tirkiyê 3 gundên Xirîstiyanan bombebaran kirin

Gulan Media April 10, 2019 Nûçe
Amêdiyê: Balefirên Tirkiyê 3 gundên Xirîstiyanan bombebaran kirin
Roja 09/04/2019ê berî nîvro, balefirên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê bi tundî gundên Mêrûk, Rebetke û Bêlmend bombebaran kir ku her sê gund jî gund ên Xirîstiyanan in.

Her sê gund ser bi nahye ya Çemamkê ya qeza Amêdiyê ne û hevsinorin li gel qeza Akrê.

Derbarê ziyanên heyî de jî got: cihê xweşhalîyêye ti zîyanên canî nebûne.

Top