• Thursday, 19 February 2026
logo

Zêdetir ji 36 hezar malbetên Êzidî awarene

Zêdetir ji 36 hezar malbetên Êzidî awarene

Di nava kempan de dimînin.

Wezareta karûbarên Koç û Koçberan ya Îraqê raportek derbarê rewşa Êzidiyên aware yên li Şingalê de belav kiriye û ragihandiye ku, zêdetir ji 36 hezar malbetên Êzidî ji Şingal û derdorê awarene.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, ev her 36 hezar malbet Êzidîne û di nava kempên curbicur de dimînin.

Di vê daxuyaniyê de wezaretê qala vê yekê kiriye ku, kempa Cedie hatiye daxistin jiber ku, kes têde nemaye û tevahiya awareyên nava kempê vegeriyane ser malên xwe.

 

 

Top