• Saturday, 14 February 2026
logo

Rojhilat – Rêjîma Îranê nahêle xelk alîkariya mexdûrên lehiyê bikin

Gulan Media April 10, 2019 Nûçe
Rojhilat – Rêjîma Îranê nahêle xelk alîkariya mexdûrên lehiyê bikin
Rêjîma Îranê nahêle xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji mexdûrên lehiyê re alîkariyan kom bikin, kesên ku wê yekê jî dikin, rastî lêpirsîn û tehdîdan tên.

Ev çend roj in li gelek bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê, kempênên komkirina alîkariyan bo mexdûrên lehiya Îranê bi taybet mexdûrên Loristanê hatine organîzekirin û gelek alîkarî hatine komkirin.

Yek ji wan kempênan “Zagros Li Hêviya Me Ye” ye. Ew kempên ji aliyê aktîvîstên sivîl ve hatiye organîzekirin, ew alîkariyên ku tên komkirin jî yekser bo Loristanê tên şandin.

Lê li gorî agaihyên dezgeha Hengaw, rêjîma Îranê ji vê yekê aciz bûye û wê kempênê bi alîgirtiya partiyên Rojhilatî tohmetbar dike ji ber wê jî organîzatorên wê rastî lêpirsînê û tehdîdê tên.

Di çarçoveya wê yekê de, endamên kempênê li bajarên Şino, Mehabad, Bokan û Seqizê ji aliyê îstixbaratê ve rastî lêpirsînê hatine û hatine tehdîdkirin ku dest ji wê kempênê berdin û alîkariyên ku kom kirine jî bidin dezgehên hikûmetê.

Yek ji endamên kempênê gotiye, ew newêrin alîkariyên bidin dezgehên hikûmetê çimkî baweriya wan bi wan nayê, ji ber ku dezgehên hikûmetê alîkariyan nadin mexdûran!

Top