Di hilbijartinên Îsraîlê de Netanyahu li pêş e
Medyayên Îsraîlê ragihandine, heta niha ji sedî 98ê dengan hatine hejmartin û herdu aliyên sereke yên hevrik di hilbijartinên Îsraîlê de, Partiya Likud û Hevpeymaniya Şîn û Spî piraniya dengan bi dest xistine. Hatiye ragihandin, Partiya Likud piştî hejmartina %98ê dengan piraniya kursiyan bi dest xistiye û bi 37 kursiyan di pileya yekem de ye.
Li gor heman encaman, Hevpeymaniya Şîn û Spî jî bi bidesxistina 36 kursiyan di rêza duyem de cih girtiye.
Herwiha li gor encamên destpêkê yên nefermî, Partiya Shas bi bidesxistina %6.7ê dengan 8 kursî û Partiya Yekîtiya Torah Judaism bi %6.7ê dengan 6 kursî jî bi dest xistine.
Li gor van encamên nefermî, Partiya Kar a Îsaîlê 6 kursî, Yekîtiya Rast 5 kursî, Yisael Beiteninu 5 kursî, Kulanu 4, Meretz 4 û Raam Balad jî 4 kursiyên Knesetê bi dest xistine.
Piştî aşkerebûna encamên nefermî yên hilbiajrtinan, Sserokwezêrê Îsraîlê û Serokê Partiya Likud li Tel Avivê li nav mîtîngeke alîgirên partiya xwe derket û ragihand: Di hilbijartinan de serkevtine û dengderan dubare baweriyê bi me kirin. Herwiha Serokê Hevpeymaniya Şîn û Spî Benny Gantz jî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo Îsraîlê rojeke dîrokî ye û zêdetirî 1 milyonek dengderan deng dane Hevpeymaniya Spî û Şîn.
Parlementoya Israîlê ji 120 kursiyan pêk tê û ji bo pêkanîna hikûmetê pêwîstî bi 61 kursiyan heye.
Li gor rapirsiyên ku hatine kirin, ti partiyek ji wan 14 partiyên ku beşdarî di hilbijartinan de kirine, bi tena serê xwe nikare hikûmetê pêk bîne, û pêwîstî bi hevpeymaniyê ligel partiyên din heye.
Li gor medyayên Îsraîlê, partiyên din ên serkevtî di hilbijartinan de bêhtir ji Netanyaho nêzîk in, û egera ku Gantz nikaribe hikûmeteke bihêz pêk bîne, zêde ye lewma dibe ku vê carê jî Netanyahu bibe serokwezîr.
Di hilbijartinên vê carê de, 6.3 milyon kes mafê wan yê dengdanê hebûn, û rêjeya beşdariyê di dengdanê de, %61.3 bû.
Li gorî datayên destpêkê, beşdariya akinciyên Ereb ên Îsraîlî di hilbijartinên vê carê de gellek kêm bûye, bi awayekê ku tenê ji sedî 44 Erebên resen ên Îsraîlî dengê xwe dane.
Li gorî medyayên Îsraîlê, yek ji sedemên kêmahiya beşdariya Ereban di hilbijartinan de ji bo wê yekê vedigere ku partiya Binjamîn Netenyahu zêdetirî 1 hezar û 200 kamîreyên çavdiriyê yên nihênî li wêstgehên dengdana Ereban danîne.
Ji bilî vê yekê jî, piraniya Ereban ne li gel ti berbijêrên sereke yên hilbijartinan in.
Kêmiya beşdariya Erebên Îsraîlî bandor li ser rêjeya giştî ya beşdariya di wan hilbijartinan de kiriye, ku kêmtir ji sedî 62an bûye.
Rudaw
