• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan: Kapasîteya berhemanîna petrola Cudî û Gabarê rojane 100 hezar bermîl e

Erdogan: Kapasîteya berhemanîna petrola Cudî û Gabarê rojane 100 hezar bermîl e

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku wan li çiyayên Cudî û Gabarê yên li sînorê parêzegeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê petrol dîtine û ew petrol xwedî wê şiyanê ye ku rojane 100 hezar bermîl berhemanînê bike.

Serokomarê Tirkiyê û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo wê postê Recep Tayîp Erdogan li bajarê Konya yê Tirkiyê mîtîngek saz kir û derbarê hilbijartinên 14ê Gulanê û mijarên di rojevê de axivî.

Serokkomarê Tirkiyê amaje bi petrola li Çiyayên Cudî û Gabarê yên li  sînorê parêzgeha  Şirnexê da û got ku şiyana berhemanîna vê petrolê rojane 100 hezar bermîl e.

Erdogan ragihand ku petrola Şirnexê derdora 20 kîlometrayan ji navçeya Cizîrê dûr e û  dê 1 li ser 10ê pêdiviya petrola rojane Tirkiyê dabîn bike.

Erdogan wiha axivî: “Li Cudî û Gabarê me petroleke wiha dîtiye ku kapasîteya wê ya berhmeanînê rojane 100 hezar bermîl e. Hûn dizanin ev tê çi wateyê?  Ev yedeka petrolê ku 20 kîlometre dûrî Cizîrê ye xwedî kalîteyek gelek bilind e. Ew petrola ku me  li 2 hezar û 600 metre li kûrahiya erdê dîtiye, bi 100 bîrên ku em dê li navçeyê vekin, em dê bikarin asta berhemanîna wê  bigihînin rojane 100 hezar bermîl. Ew petrola ku me ji bîra yekem derxistiye, ji niha  ve ji bo ku bê sefandin, me bo parzûngehan şandiye. Ma guman di wê yekê de heye, ev yedeka petrolê ku dê 1 li ser 10ê pêdiviya me ya rojane ya petrolê dabîn dike, di xêra milletê me de be. Nexêr nîne. Em li heman navçeyê li benda mizginiyên nû ne.”

 

Rudaw

Top