Tirkiye: Em biryara Amerika beramberî Pasdaran qebûl nakin!
Mewlud Çawîşoglu - Wezîrê derve yê Tirkiyê diyar kir:
"Amerîka destpêkê bi biryareke yekalî, dorpêçî danî ser Îranê û fişar li hemû cîhanê dike ku pabendê biryarê bin. Em gavên weha rast nabînin. Niha jî Artêşa fermî ya Îranê wek rêxistina terorê ragehand. Hê berê Amerîka bixwe dijî derketibûn ku Supay Pasdarên bikeve lîsteya terorê. Ev biryar bi helwesta berê re nagunce.
Ya duyem, PKK jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye, lê bi baskê PKKê yê Sûriyê re hevkariyê dike. aliyek, hevkariya bi rêxistina terorê re, aliyê din jî ragehandina artêşeke fermî wek rêxistina terorê.
Tiştên Supay Pasdaran li Sûriyê kirine em rast nabînin û em dijî derketin. Lê ev nabe sedem ku artêşeke fermî wek rêxistina terorê bê dîtin. Biryarên weha li navçeyê dibin sedemê bêaramiyê.
Bi krîzên navçeyê re yekser em rûbirû dimînin. Em biryarên yekalî yên weha rast nabînin û guman û helwestên xwe bo Amerîka dibêjin."
K24
