Demîrtaş: Desthilatdariya Tirkiyê rastî şkestê hat
Hevserokê berê yê HDPê Selahatin Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe pirsên DW Tirkiyê bersivand. Demîrtaş dibêje ku encam ji bo desthilatdariya Tirkiyê têkçûn e.
Selahatin Demîrtaş derbarê kampanya û zemîneya hilbijartinan de anî ziman ku divabû hilbijartin di atmosfereke dadperwerî de bihata kirin, lê desthilatdariya Tirkiyê dest danîbû ser zemîneya kampanyaya hilbijartinan û yasa binpê dikirin.
Demîrtaş dazanîn tevî zextên zêde li ser partiyên dijbereyê, bi taybet li ser HDPê, lê desthilatdariya Tirkiyê rastî şkestê hat û opozîsyon bi ser ket.
Derbarê vê yekê de Demîrtaş got: “Li gor encama ku derketiye holê ji bo desthilatdariyê têkçûn e. Bereya dijbereyê bi van hilbijartinan re vebijarkeke demokratîk saz kiriye. Li vir rola HDPê diyar e.”
Rudaw
