Parlemantar Mehma Xelîl daxwaza vekolîneka emnî ya tund li ser hemû kesên vegeryane Şingalê dike
Parlemantarê Partiya Demokrata Kurdistanê li parlementoya Iraqê Mehma Xelîl dibêje: "Pêdiviye vekolîneka emnî ya tund li ser hemû kesên vegeriyane Şingalê bê kirin, dê lîjneyek ji parlemantoya Iraqê seredana Şingalê bike û dê raporekê li ser Şingalê tomar bike û bo parlemantoya Iraqê bişîne.''
Mehma Xelîl li ser vê babetê ji BasNewsê re dibêje: ‘’Wan komên li Şingalê hewl didin fitnê çêdikin, me li parlemantoya Iraqê daxwaz ji serokê parlemantoya Iraqê kiriye lîjneyekê li ser rûdaniyên Şingalê durist bike ev lîjneya dê van rojan seredana Şingalê bike bo berhevkirina raportekê û dê bişîne Parlementoya Iraqê.’’
Herwiha Mehma Xelîl dibêje: "Bi her şêweyekê hebe pêdiviye rêgiriyê li dûbarebûna teorî û vegerandina terorîstên DAIŞê bihê kirin û nabît DAIŞ vegere Şingalê û rêkarên hikûmeta Iraqî bo asayîkirina rewşa Şingalê lawaz in.’’
Mehma Xelîl got: "Pêdiviye vekolîneka eminî ya tund li ser hemû kesên vegeryayine Şingalê bihê kirin em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin erkê xo rabe û rêkeftina Şingalê bice bîne û yasayê li Şingalê bi cî bîne û hemû hizirên DAIŞ ji Şingalê derbixe û hêzên biyanî nemînin.
Basnews
