• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê plandanîn yê Îraqê civiyan

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê plandanîn yê Îraqê civiyan

Behsa cîhbicîh kirina rêkeftinên heyî kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê plandanînê yê hikûmeta federalî kir û pişt re jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Cîgirê Serokwezîr û wezîrê plandanînê yê hikûmeta federalî birêz Mihemed Elî Temîm kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û girîngiya pejrandina proje qanûna bûdceya federalî ji aliyê parlementoyê ve di demeke nêz de kir û bi vê hêviyê ku, bibe destpêkek bo çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser esasê destûrê û dabîn kirina maf û şayîsteyên destûrî yên xelkê Kurdistanê.

Herwiha me tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina tevahiya wan rêkeftinan kir ku, di nava karnameya hikûmetê de behsa wan hatiye kirin.

 

Top