AK Partî daxwaza hilbijartinê ji nû ve li Stenbolê dike
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê, piştî daxwaza AKPê ya ji nû ve hijmartina 38 navçeyan Stenbolê red kir, AKP kete nav hewldanên nû.
AKP ji bo ku hilbijartinên Stenbolê ji nû ve werin kirin, serî li komîsyona Bilind ya Hilbijartinan da.
Alîkarê Serokê AKPê Ali Ihsan Yavuz bi daxûyaniyekê got: di dengdanê de hin bûyer hene, ku ji aliyê yasayî ve, ew qebûl nakin. Ew heta dawîyê dê mafê nerazîbûnê bikar bînin.
Yavuz got: Em dixwazin ji nû ve li Stenbolê hilbijartin werin kirin.
Serokê AKPê Recep Tayîp Erdogan duhî dîyar kiribû, ku li tevahîya Stenbolê, dengên ne durist hene.
K24
