Li Efxanistanê herî kêm 104 kes ji ber lehiyê mirin
Ev çend roj in li gelek eyalet û deverên rojhilat û rojavayê Efxanistanê ji ber baranê lehî rabûye û ziyanek mezin gihandiye wan deran.
Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 104 kes ji ber lehiyê mirine, gelek kes birîndar bûne û herî kêm 17 kes jî wenda bûne, ji ber wê jî tê texmînkirin hejmara miriyan zêdetir bibe.
Berpirsên Efxanistanê dibêjin, ji ber lehiyê herî kêm 60 hezar kes bê mal û war mane û ziyanek mezin gihîştiye jêrxana welêt.
Basnews
