• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Efxanistanê herî kêm 104 kes ji ber lehiyê mirin

Li Efxanistanê herî kêm 104 kes ji ber lehiyê mirin
Li Efxanistanê hejmara kesên ku ji ber baran û lehiyê mirine, gihîşt 104 kesan.

Ev çend roj in li gelek eyalet û deverên rojhilat û rojavayê Efxanistanê ji ber baranê lehî rabûye û ziyanek mezin gihandiye wan deran.

Li gorî agahiyan, heta niha herî kêm 104 kes ji ber lehiyê mirine, gelek kes birîndar bûne û herî kêm 17 kes jî wenda bûne, ji ber wê jî tê texmînkirin hejmara miriyan zêdetir bibe.

Berpirsên Efxanistanê dibêjin, ji ber lehiyê herî kêm 60 hezar kes bê mal û war mane û ziyanek mezin gihîştiye jêrxana welêt.

Basnews
Top