Nêzîkî 100 barhilgir ji alîkaryên serbazî û locistî bo HSDyê hatin şandin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mrovî belavkirye, ku şev a bûrî nêzîkî 100 barhilgir ji alîkaryên serbazî û locistî û otombîlên serbazî û zrîpoş ji bo navçeyên di destê HSD de ji alyê hevpeymanya navdewletî ve hatin şandin. Li gor rewangehê ew barhilgir li ser navçeyên Şedadê û Dêrezorê û Kobanî hatin belavkrin.
Herweha eşkere kirye ji bo yekem car du zrîpoşên bi ser NATO ve li bingehê hevpeymanyê li Kobanî hatne dîtin, ku ew jî di gel karwanê hevpeymanyê şev a bûrî derbaz bibûn.
Li gor Rewangehê ji destipêka kontrolkirna Baxozê û heta niha eve nêzîkî 660 barhilgir ji alîkaryên serbazî ji alyê hevpeymanan ve derbazî navçeyên rojhlatê Firatê bûne.
