• Thursday, 19 February 2026
logo

Erdogan kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Husên El-Qureşî li Sûriyê ragihand

Erdogan kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebû Husên El-Qureşî li Sûriyê ragihand

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kuştina serkirdeyê DAIŞê di operasyoneke MÎTê de li Efrînê radigihîne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şeva borî di bernameyeke televîzyonî de eşkere kir, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyê MÎTê serkirdeyê DAIŞê Ebû Husên El-Qureşî ku ev demek e çavderiya wî dikir, li Sûriyê di operasyonekê de kuştiye.

Ebû Husên El-Qureşî, serkirdeyê çaremîn ê DAIŞê ye û ji 30ê Mijdara sala 2022an ve ev post wergirtiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duhî 30î Nîsana 2023an ragihandibû, barageheke leşkerî ya grûpa bi navê “Ceyş El-Şerqiyê” li derdora gundê Miskê yê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi mûşekekê hat armanckirin û di encamê de kesek hat kuştin, ku tê texmînkirin, ew serkirdeyekî DAIŞê be.

Rewangehê amaje bi wê kir jî, di heman dema armanckirina wê baregeha leşkerî de, firokeyên Bayraktar yên Tirkiyê li ser wê deverê difiriyan, hevdem jî hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, rêyên ku diçin cihê bûyerê girtin.

Di navîna meha Nîsana borî de jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniya nivîskî de ragihandibû, hêzên wan serkirde û plansazê operasyonên DAIŞê li Rojhilata Navîn û Ewropayê Ebdulhadî Mehmûd El-Hacî Elî kuştin.

 

K24

Top