Serokwezîr terxankirina zêdetirî 4 milyar dînar bo parastin û pêşxistina sektora çandiniyê pesend kir
Rêveberê Giştî yê Plandanînê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Serokwezîr ji bo handana sektora çandiniyê bûdce terxan kiriye.
Rêvebirê Giştî yê Plandanînê li Wezareta Çandiniyê Dr. Ziyad Kerîm dibêje: ‘’B i erêkirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Darayî û Aborî hatiye wezîfedarkirin ku 4 milyar û 201 milyon dînar ji bo kirîna dermanan xerc bike ji bo parastina berhemên çandiniyê bi taybetî genim û dexl ji nexweşiyên wek cork, kêzik û kurm , giyayên çavê fereh û çavên teng û hwd.”
Herwiha Dr. Ziyad dibêje: ‘’Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ferman daye Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê (Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helebce û Germiyan) ku li gorî yasa û rênimayan dest bi proseya îdarî bikin ji bo kirîn û belavkirina dermanên çandiniyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ) cotkarên di nava rêveberiyên xwe de.”
basnews
