• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan û Putin li Moskowê civiyan

Erdogan û Putin li Moskowê civiyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro bi serdaneke fermî gihîşte Moskow a paytexta Rûsyayê û li gel serokê wî welatî Vladimir Putin hevdîtin pêk anî.



Li koşka Kremlînê, Serokê Rûysyayê Vladimir Putin pêşwazî li Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û beriya civînê herdu aliyan daxuyaniyek kurt da çapemeniyê.



Valdimir Putin behsa pêwendiyên navbera Rûsya û Tirkiyê kir û da xuyakirin ku Moskow pêşwazî li berfirehtirkirina pêwendiyên dualî dike.



Putin got: “Em bi kêfxweşî pêşwazî li berfirehkirin û pêşxistina pêwendiyên du alî yên bi Tirkiyê re û bi taybet di warê aborî de dikin.”



Serokê Rûsyayê herwiha amaje bi qebareya bazirganiya navbera herdu welatan kir û diyar kir: “Qebareya bazirganiya navbera Rûsya û Tirkiyê niha gihîştiye 35 milyar dolaran.”



Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan jî tekezî li ser giringiya vê serdanê kir û ragihand ku di vê serdanê de Tirkiye û Rûsya dê 13 rêkevtinan îmze bikin.



Erdogan got: “Hem di warê pêwendiyên dualî de, hem têkildarî pirsgirêkên herêmî de dê hevdîtinên me çê bibin. Dê 13 rêkevtin di navbera me de bêne îmzakirin.”



Li ser asta pêwendiyên bazirganî yên navbera Enqere û Moskowê jî, Erdogan da zanîn ku qebareya bazirganiya navbera herdu welatan ji sedî 15 zêde bûye û tekez kir, armanca wan ew e ku di warê bazirganiyê de qebareya bazirganiya navbera xwe bigihînin 100 milyar dolarî.



Di beşeke din a axavtina xwe de Erdogan amaje bi rewşa Sûriyê kir û destnîşan kir: “Mijareke din a giring ew pêngav in ku me li dijî çalakiyên terorîstî yên li herêmê avêtine. Pêngavên ku me li Sûriyê encam dane û em dê encam bidin giring in. Civîna îro ya Konseya Stratejîk gellek giring e.”



Her çend herdu lîderan di axavtina xwe de behsa sîstema berevaniya asmanî ya S-400 nekirin, lê tê çaverêkirin ku herdu alî di vê derbarê de jî gotûbêjê bikin.



Serdana Erdogan bo Rûsyayê di demekê de ye, ku Amerîkayê ji ber kirrîna sîstema berevaniya asmanî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, guvaşên xwe li Enqerê zêde kirine.



Amerîka li dijî wê yekê ye ku Tirkiye sîstema S-400 a Rûsî bikirre û li ser vê yekê hişyariyên tund dane Enqerê.



Herî dawî, Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence hişyarî dabû Tirkiyê û gotibû, divê Tirkiye di navbera endamîtiya NATOyê û kirrîna sîstema S-400 a Rûsî de, aliyekê hilbijêre.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî weke bersiv dabû xuyakirin ku mijara kirrîna sîstema berevaniya asmanî ya S-400 bi dawî bûye û ti cihê gotûbêjê têde nemaye.

Rudaw
Top